ZINDÎNASÎ (BIOLOGE) AMADEYÎ 3 2019/2020 2 AMADEKAR Ev pirtûk ji aliyê: Komîteya Zindînasîyê ve hatiye amadekirin. LÊVEGER - Komîteya Şopandinê - Komîteya Fotoşopê - Komîteya Redekteyê Ev pirtûk ji aliyê Saziya Minhacan ve, wek pirtûka wanedayînê, ji bo dibistanan hatiye pejirandin. 3 4 Naverok BEŞA YEKEM ......................................................................7 PERGALA SINIRÎ YA LAWIRAN .....................................8 PERGALA SINIRÎ YA MIROVAN .................................. 18 PÊKHATEYÊN PERGALA SINIRÎ .................................. 40 PERGALA SINIRÎ YA BELAVBÛYÎ .............................. 58 BEŞA DUYEM .................................................................... 75 PÊŞWAZÎKERÊN KÎMYAYÎ ........................................... 76 PÊŞWAZÎKERÊN DENG Û GERMAHIYÊ ..................... 87 PÊŞWAZÎKERÊN ........................................................... 102 ŞEWQÊ ........................................................................... 102 QATÊN RONÎ YÊN ÇAV ............................................... 114 BEŞA SÊYEM ................................................................... 123 SAZÛMANIYA HORMONÎ ........................................... 124 HORMONÊN LAWIR Û MIROVAN ............................. 134 PIRBÛNA NEZAYENDÎ ................................................ 150 PIRBÛNA ZAYENDÎ...................................................... 159 PIRBÛNA MIROVAN .................................................... 172 BERGRTIN Û DUCANÎ.................................................. 187 BEŞA ÇAREM .................................................................. 199 KROMOSOM Û ZIKMAKNASÎ ..................................... 200 ZIKMAKÎ Û ZAYEND ................................................... 211 ZIKMAKIYA MOLEKÛLÎ ............................................. 222 5 6 BEŞA YEKEM FÎZYOLOJIYA SINIRÎ Armancên Beşê: Piştî ku xwendekar xwendina vê beşê bi dawî bike, dê fêrî van xalan bibe: 1.Pergala Sinirî ya Lawiran. 2.Pergala Sinirî ya Mirovan. 3.Pêkhateyên Pergala Sinirî. 4.Pergala Sinirî ya Belavbûyî. 7 WANE 1 PERGALA SINIRÎ YA LAWIRAN Zindî bersivdayîna bandorên derveyî dike, çawa? Zindî bi bandorên jîngehê re reaksiyon dibe, ji bo ku hevsengiya xwe ya hindirîn biparêze. Her wiha ev hevsengî bi rêya pergala sinirî û hormonan pêk tê, lê belê hevsengiya ku bi rêya siniran bi leztir e ji hevsengiya ku bi rêya hormonan çêdibe. Pêhesîn û Bersivdayîna Zindiyên Yekşaneyî Pêhesîn taybetiyek ji taybetiyên protoplazmaya zindiyan e, ji ber vê yekê di protîsta de weke; amîp pêhesînê bi rêya protoplazimaya şaneya xwe ji bandorên derveyî re dike. Bi vî awayî tê xuyakirin ku amîp ber bi tîmarê ve tev digere û ji şewqê direve. Her wiha di protîstayên weke paramisyom de, bijankên wê bi libikên ku di nava protoplazmaya wê de ne, girêdayî ne. 8 Ev libkok bi rêya tayên hûr bi hev û du ve tên girêdan, bi rêya van tayan hişyariyên pêhesînê vedughêzin libkokên ku bi bijankan ve girêdayî ne û bi vî awayî tevgera paramisyom pêk tê. Ev ta bi navê tayên sinirî tên naskirin, bi vî awayî tê xuyakirin ku pergaleke sinirî taybet li cem yekşaneyan tune ye. Bijank Tayên sinirî Paramisyom Pergala Sinirî ya Lawirên Bêhestî Asta sazûmankirina sinirî li cem lawiran ji hev û du cuda ye, lê belê ev sazûmankirin ji lawirên nizim ber bi lawirên bilintir ve bi pêş dikeve. 9