ebook img

Nûra Elegezê - Çend dîdem ji edebyata Kurdên Ermenîstanê PDF

118 Pages·2004·2.943 MB·Kurdish
Save to my drive
Quick download
Download
Most books are stored in the elastic cloud where traffic is expensive. For this reason, we have a limit on daily download.

Preview Nûra Elegezê - Çend dîdem ji edebyata Kurdên Ermenîstanê

Dr. Eskerê Boyîk Nûra Elegezê Çend dîdem ji edebyeta Kurdên Ermenistanê î tito ** |..sffej.>* ;|p 4 :. 4 ,' - ' . î-j ^^ Dengê ÊzÎdiyan Oldenburg Dr. Eskerê Boyîk Nûra Elegezê Çend dîdemji edebyeta Kurdên Ermenistanê Lêkolîn Ji weşangeha Dengê Êzîdiyan Erste Auflage / Çapayekemîn April 2004 /Nîsan 2004 Herausgeber/Weşanvan Yezidisches Forum e.V. Mala Êzîdiyan Oldenburg Eidechsenstr. 19 26133 Oldenburg - Deutschland Fon: +49 (0) 441-4850555 Fax: +49 (0) 441-4850557 E-mail: [email protected] Internet: www.yeziden.de Autor/Nivîskar Dr. Eskerê Boyîk Layout & Produktionsleitung /Montaj & çapkirinakitêbê Telim Tolan Texteingabe & Scan /Nivîsîn & wêne Kemal Tolan Verlag/ Weşangeh © Dengê Êzîdiyan Oldenburg Veröffentlichung/Weşan Nummer 3 / hejmara 3 Eine Abhandlung ûber bedeutende kurdische Schriftsteller. Sie haben in Armenien gelebtund sind Yeziden. Nachdruck von Fotografien, Texten und Grafiken nur mit ausdriicklicher, schriftlicher Genehmigung des Verlages und der Urhebergestattet. Kopîkirin û çapkirina wêneyan, gotaran û tiştên grafikî bê destûraberpirsiyariya çapkirinûweşandinê qedexe ye. PEYVA WEŞANVAN Mala Ezdiyan ya bajarê Oldênbûrgê bi karê olî, civakî, perwerdeyî, çandî û dîsan jî bi weşangeha xwe ya Dengê Êzîdiyan heta niha gelek daxwuyanî, salname, kovar û pirtûk weşandiye. Meremê weşangeha me ew e, ku em bi weşanên xwe Êzidiyatiyê, ku ola Kurda ya kevnar e, bidine nasandin. Her wisa jî jibo me girîng ê, emekê beşerên Êzîdî di dîrokan gelê Kurd ya hezarsalan de di warê xwedîkirn û pêşxistina ziman, çand, edeb, erfû edetên kurdîtiyê de bidine ronahîkirin. Kurdên Ezîdî yên Ermenistanê eva serê 170 salan ji ber zulm-zorê û fermananji welatê kal û bavên xwe - Kurdistanê - revyan e xerîbyê. Cîyê dilxweşiyê e ku çawa firsetji wan re çê bûn ew li nirxên xwe yên netewîû nasnama xwe xwedî derketin. Navê wan ciwamêran di dîroka gelê Kurd de bi herfên mezin hate nivîsandin. Radiyoya Yêrêvanê seranserî Kurdistanê bûbû dengê Kurdîyî yê herî xweş. Iro her Kurdekî xwendevan bi navê Erebê Şemo, Hecîyê Cindî, Qanatê Kurdo, Şekroyê Xudo, Celîlê Celîlû gelek rewşenbîrên din serfiraz e. Komîta Birêvebir û Rewşenbîriyê ya Mala Êzîdiyan li Oldenbûrgê. NAVEROK PÊŞGOTIN (cid:9)7 Nêrîneke kurt li seredebyeta kurdên Sovyêtê(cid:9)9 EREBÊ ŞEMO (cid:9)21 HECÎYÊ CINDÎ(cid:9)45 ŞIKOYÊ HESEN (cid:9)59 FÊRÎKÊ ÛSIV(cid:9)69 TÊATROYA KURDA YA ELEGEZÊ(cid:9)101 PÊŞGOTIN Xwendevanên hêja, ji pey Şorişa Oktyabirê ra welatê Sovyêtê da, heremên Kurd lê dijîtin mecalê pêşdaçûyîna çand û kûltûra miletyê çê bûn. Sala 1920 - an girtî heta salên 1990 - î li hinek komarên welatê Sovyêtê yê berê, xazna li Ermenistanê di warê çand û kûltûra Kurdî da karên mezin hatine kirin. Nivîskar û zanyarên berbiçev pêşda hatin. Cihana kurdan da Ermenistan bi heqî hate naskirin çawa merkezeke kurdeweryê û kurdzanyê. Efrandinên giranbiha yê edebî, zimanzanî, dîrokî, perwerdeyî û wek din hatine weşandin. Ji pey salên heyştêyî ra êdî nivîsara kurdî / kurmancî / nêzîkî zimanekî standart, yê edebî dibû. Di warê nivîsara vekirî û helbestvanyê da gavne girîng hatine avîtin. Ji pey hilweşîna Welatê Sovyêtê ra derbeke mezin li vê merkezê jî ket. Rewşembîr ji hev bela bûn, mecalên ku ji alyê dewletê da dihatin dayîn hatine birîn, ocaxên kûltûrî, çandî, zanyarî pir zeyîf bûn. Di vê pirtûka biçûk da bi kurtayî ez li ser hinek kar û barên çandî - edebî û jîyana çend nivîskaran rawestyame. Evan gotarên cuda ne ku min salên derbazbûyî nivîsîne û weşandine. Min hewce dît wan bigihînim hev û biweşînim. Helbet karê kurdewarî ku welatê Sovyêtê da hatye kirin deryake, bereke. Emekê ku hatye dayîn hêjayî lêkolînên berfireye, kûrû bingehîn in. Ev pirtuk niqitkeke ji wê derya mezin. Cîyê kêfxweşîyê ye ku weşengeha Dengê Êzîdiyan weşena vê pirtûkê hildan ser xwe. Dema min ev xebata hazir dikir fikira min ra rucar derbaz nedibû, ku koka kîjan nivîskarê me çiye. Ev pirs di nav rewşembîrên Kurdên Ermenistanê da tucar nehatye meydanê. Armancê teva bû nirxên xweye netewî xweyî derkevin, nehêlin ziman, edeb, folkilor, eyd - erefat û dêmê wanî kurdewarî bê bîrkirin, girêdana xwe tev koka xwe û welatê xwe neqetnin. Gotara „Nehêrîneke kurt li ser edebyeta kurdên Sovyêtê,, da emekê teva jî bi kurtî hatye dayîn. Tiştek heye û ru kes nikare înkarke, ku welatê Sovyêtê da Kurdên Ezîdî bêtir netewa xwe, nav û koka xwe xweyî derketin. Nivîskarên, ku derheqa jîyan û efrandinên wan da lêkolîn hatye kirin, hevkarên min yên bi deha salane, em tev çûne hatine, gelek fireyî û dijwerî me bi hev ra dîtye, ez bingehê da haj wan û efirandinê wan heme. Ewan, rastî jî sitûnên rewşembirya Kurdên Ermenistanê bûn, û şexsiyetên wisanin, ku di nava pêşdabirina çanda Kurd û Kurdistanê da xweyê emekê mezinin. Bira min biborînin nivîskarên meye din. Mecalên min tune bûn, kumin derheqawan dajî lêkolîn bikira. Ezê kêfxweş bimku pirtûk kêrî xwendevanan bê. Dr. Eskerê Boyîk 8

See more

The list of books you might like

Most books are stored in the elastic cloud where traffic is expensive. For this reason, we have a limit on daily download.